Li Sûdanê ji ber şoba Kolerayê elarm hat dayîn

Wezareta Tenduristî ya Sûdanê, daxuyand ku şoba kolerayê li 9 wîlayetên welat belav bûye, ji ber şobê 348 kes canê xwe ji dest dan.

Li Sûdanê ji ber şoba Kolerayê elarm hat dayîn

Wezareta Tenduristî ya Sûdanê, diyar kir ku 11 hezar û 79 kes bi şobê ketine.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane derketîye 348 kesan.

Hat destnîşankirin ku li 5 wîlayetan jî şibheya şoba Dangê heye û ji ber vê şobê jî 2 kes jî canê xwe ji dest dane.