Komîsyona Lêpirsîna NYyê: îsraîl li Xezzeyê sûcên şer û qirkirinê pêk anî

Komîsyona Lêpirsîna Navneteweyî ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî yê ku sûcên ku li nav erdên Filistînê di bin îşxalê de dikolînin, got ku rejîma sîyonîst li Şerîda Xezzeyê sûcên şerê pêk tîne.

Komîsyona Lêpirsîna NYyê: îsraîl li Xezzeyê sûcên şer û qirkirinê pêk anî

Rapora ku îro ji teref Komîsyona Navneteweyî ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî hat weşandin, di nava xwe de sûcên navneteweyî û îxlalên hiqûqî  navneteweyî yên di navbeyna 7ê Cotmehê û 31 Berfanbar 2023an de hatiye kirin dihewîn e.

Komîsyona Navneteweyî, di raporê de bal kişand ku rejîma îşxalker li ser Filistînîyên ku di Şerîda Xezzeyê de ne di nav de qirkirin jî heye sûcên  şerê pêk tîne.

Komîsyonê bang li îşxalê kir ku zûka şerê wêranker li bajarê Refah ê li başûrê Şerîda Xezzeyê ku bûye sedem bi hezaran sivîl ber bi herêmên ne ewle ve birevin bisekinîne.