HAMASê: Divê ji bo ji nû ve lêkirina Xezzeyê hemû îmkan bêne çêkirin
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), ew “Plana Ereban” a ji bo ji nû ve lêkirina Xezzeyê bi kêfxweşî pêşwazî dikin û ji bo serfirazîya planê jî banga temînkirina hemû îmkanan kir.

Mahmud Merdawî, yek ji rayedarên HAMASê ye, di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de weha got, “Em axavtinên serokên ku di Lûtkeya Ereban a Derasayî ya li Qahîreyê de axivîbûn teqdîr dikin. Hemû serokan, bal kişandin ku ew projeyên şênîyan û îlhaqê û planên rejima îşxalker a bi zorê koçkirina gelê me red dikin. Xeyn ji vana diyar kirin ku gelê me xwedî mafê azadî û tayînkirina qedera xwe ye.”
Merdawî dûre weha got, “Em plana ji nû ve lêkirina Xezzeyê ya ku di encamnameya Lûtkeya Ereban de hatibû qebûlkirin bi kêfxweşî qebûl dikin û vêya jî ji bo pêşerojê wek gavekî dibînin.”
Merdawî di dawîya daxuyanîya xwe de weha got, “Em ‘Plana Ereban’ a ji nû ve lêkirina Xezzeyê li hember plana Trumpê wek alternatîfeke rastîn e difikirin. Qedera çekên berxwedanê jî ew ê piştî damezrandina dewleta Filistînê bê diyarkirin. Me di warê peymanên netewî yên ku pirsgirêkên gelê Filistînê sivik dikin de sistîyekî mezin nîşan da.”