Karwana Berxwedanê ber bi Derîyê Sînor a Refahê ve diçe
“Kawrana Berxwedanê” ya ku ji Cezayîrê derketibû rê û armanc dike ku ji Xezzeyê re alîkarîya însanî bighêjîne, li Tunusê bi aktîvîstên ku beşdarî wan bûn re gihîştin hev û ketin nav axên Lîbyayê. Ev însîtîyatîfa Mexrîbê ku bi armanca “Xelaskirina Xezzeyê ya ji dorpêçê” hatibû destpêkirin, niha ber bi Derîyê Sînor a Refahê ve diçe.

Rayedarê Karwanê Nabil al-Shenoufi, îfade kir ku ew bi tu astengîyekî re rûbirû nebûn û derbasî Lîbyayê bûn. Qafîleya ku di roja duyemîn a Cejnê de ji Cezayîrê derketibû rê, ji 200î zêdetir aktîvîst, dildar, parlamenter û dîplomatan ve pêk tê. Karwan, li bajarên Baca, Sefakes û Bîn Gardana Tunusê ji teref xelkê ve bi kêfxweşîyekî ve hatin rûbirûkirin, dûre jî berê xwe dan Lîbyayê û bi qefîleya Tunusê re gihîştin hev.
“Ev ne alîkarîyekî ye, ev dengê berxwedanekî birûmet e”
Serokê “Înîsîyatîfa Cezayîrê ya ji bo Alîkarîya Ji Xezzeyê re û Desteka Ji Filistînê Re” Yahya Sarî, piştî ku derbasî axên Lîbyayê bûn daxuyanîyek da, Wî îfade kir, “Ev karwan ne teşebûsekî piştgirîyê ye, ev dengê azad ê gelê Cezayîrê ye. Em dixwazin ku dengê mesumên ku her roj li Xezzeyê têne qetilkirin ji cîhanê re bidin bihîstandin.”
Sarî, bêdengîya li hember qirkirina ku li Xezzeyê tê nîşandan bi zimanekî tuj û tund rexne kir û got, “Em li vê derê tenê alîkarîyekî însanî bar nakin. Di heman demê de tevgerekî wijdanî ya ku bêdengîyê qul dike ne. Em bang li gelê Xezzeyê dikin: Hûn tenê nînin.”
Tevgera Aştîya Civakî ya ku tevgerekî mezin a Îslamî li Cezayîrê jî ji karwanê re destekekî tam da. Tevger, desteserkirina keştîya “Madleen”ê ku ji teref rejima sîyonîstan ve di nav avên navneteweyî de hatîye desteserkirin û desteserkirina 12 aktîvîstan wek “sûcekî alçaxî” wesifand.
Di daxuyanîya tevgerê de hat gotin ku, “Rêyên alîkarîya însanî yên ku diçin Xezzeyê, bi tevî bi hezaran dildarên ku ji 50 welatî zêdetir welatan beşdarî bûne ve êdî ne tenê xetekî alîkarîyê ye, ew qorîdorekî berxwedana wijdanî ya kûrewî ye.”
Gelên ku bi hev re dimeşin, hedef Refah
Karwan niha li Lîbyayê rêya xwe berdewam dike, bi sazîyên alîkarîya însanî û otorîteyên herêmî re di nav koordînasyonê de ne. Tê texmînkirin ku ew ê di rojên pêş de kafîke bighêje Misirê, ew ê li vê derê jî bi karwana ku bi rêyên hewa û behrê ve têne re bighêjin hev û peyama desteka ji Xezzeyê re bikin dengekî mezin.