Emrîqaya îşxalker, sewqîyata çekan a ji îşxalê re didomîne

Bireveberîya Emrîqayê, birayar girt ku ew ê ji rejîma sîyonîst re romork û ekîpmanên ku di xizmeta giran a leşkerî de têne şixulandin bifroşe.

Emrîqaya îşxalker, sewqîyata çekan a ji îşxalê re didomîne

Di daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Karûbarên Siyasî-Leşkerî ya Wezareta Karên Derva ya Emrîqayê de hat destnîşankirin ku firotina romorkên tankên giran û amûrên pê re yên ku di qada leşkerî de têne bikaranîn bi bihayê 164,6 milyon dolarî ji rejîma îşxalker a sîyonîst re hat qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev firotin ji aliyê Wezareta Karên Derve ve hatiye qebûlkirin û belgeya pêwîst a ku vê erêkirinê radigihîne ji Kongreyê re hatiye şandin.

Hat ragihandin ku firotgeh tiştên wekî romorkên tankên giran, û her weha parçeyên yedek û tamîrkirinê, alav û setên ajokar, belgeyên teknîkî û piştgirîya bernameya lojîstîkî vedihewîne. (ÎLKHA)