Îşxalkeran nahêlin ku bila derman biçe Nexweşxaneya Kemal Advanê

Midûrê Nexweşxaneya Kemal Advanê Hûsam Ebû Safîyye, destnîşan kir ku hêna jî nexweşxane di bin dorpêça îşxalkeran de ye, ji têketina dermanan a ji nexweşxaneyê re jî astengî tê derxistin.

Îşxalkeran nahêlin ku bila derman biçe Nexweşxaneya Kemal Advanê

Ebû Safîyye ku îfade kir îşxalkeran nahêlin ku bila derman, xwarin û vexwarinên ku ji teref Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê ve ji nexweşxaneyê re hatine şandin bikeve nexweşxaneyê, di heman demê de ambûlansên ku aîdê WHOyê ne jî ji teref îşxalkeran ve qulik bi qulik têne lêgerînkirin û xwarinên di nav ambûlansê de ne di orta kolanê de tên derxistin û ekîbên tenduristîyê jî vedigerînin.

Hat îfadekirin ku îşxalkeran nehiştine ku 40 qarton amûrên tibbî yên ku hatibûn daxwazkirin bikeve nav nexweşxaneyê, encax ew ji 7 qartonan re îzîn dane. Ji bo birîndaran hema ku dikarin bibêjin derman nemaye.

Ebû Safîyye, destnîşan kir ji ber ku di nexweşxaneyê de doxtorên pispor tineye her roj hinek birîndar şehîd dikevin.

Bal hat kişandin ku ji ber kêmxwarinê hejmarê zarokên ku ji nexweşxaneyê re têne anîtin zêde bûne, rewşa çar zarokan giran e û di nav mezinan de jî ji ber kêmxwarinê nexweş hene.

Îşxalkeran ji 30yê Îlonê vir ve ji bakurê Xezzeyê re nahêle ku bila av, xwarin û derman bê şandin, ji qamyonan re jî îzîn nade ku bila alîkarîyê bibin.