Hejmarê rojnamevanên ku li Xezzeyê hatine qetilkirin derket 208an
Di êrîşên artêşa îşxalê ya ku li Xezzeyê li dar dixe de hejmarê rojnamevanên ku hatine qetilkirin derket 208an.

Di daxuyanîya ku ji teref Ofîsa Medyaya hikûmeta li Xezzeyê ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku artêşa îşxalê di êrîşan de rojnamevanekî dinê jî ku navê wî Husam Şebat e qetil kirin.
Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku bi qetilkirina Husam, hejmarê rojnamevanên ku ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve hatine qetilkirin derketîye 208 kesan.
Hat ragihandin ku hemû sazîyên weşana çapemenîyê ku Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî û Federasyona Rojnamevanên Ereb jî di nav de ne banga “şermezarkirina ev sûcên sîstematîkî ya li dijî rojnamevanên Filistînî têne kirin” kir û got, “Em bang li welatên wek Îngilistan, Elmanya û Fransaya ku ji sûcên Emrîka û îsraîlê re hevpar in bang dikin û bila mesûşîyeta vê sûcê bigrin ser xwe.”