HAMAS: Şerîaya Rojava tenê yê Filistînîyan e

HAMASê, diyar kir ku temamê Şerîaya Rojavayê axekî aîdê Filistînîyan û parçeyekî dewleta Filistînê ye, heta ku îşxal dawî bibe jî ew ê agirê berxwedan berdewam bike.

HAMAS: Şerîaya Rojava tenê yê Filistînîyan e

HAMASê di daxuyaniya xwe ya ku hat weşandin de piştî ku Wezîra Maliyeyê ya sîyonîstên îşxalker Bezalel Smotrich ragihand ku 24 donim erd ji bo cihûyan li Şerîeya Rojava hatine desteserkirin, diyar kir ku sîyonîstên îşxalker plana xwe ya îlhaqê didomînin. Şerîa Rojava û rê li avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê bigire.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku desteserkirina 24 dekar ji erdên Filistîniyan ên li Şerîa Rojava ji aliyê rejîma îşxalker ve, delîlê wê yekê ye ku îşxalker daxwazên xwe yên emperyalîst didomînin û mafên neteweyî yên gelê Filistînê înkar dikin.

HAMASê diyar kir ku ev biryarên metirsîdar ên rejîma îşxalker û sîyaseta lezkirina plana îlhaqê ya sîyonîstan li gel êrişên cihûyên sîyonîst ser bajar û gundên Filistînê yên li Şerîeya Rojava, wê berxwedana li hemberî îşxalkeran zêde bike.

HAMASê diyar kir ku israra gelê Filistînê wê planên îlhaq û dersînorkirina dagirkeran bi her awayî têk bibe, HAMASê destnîşan kir ku ew li dijî berxwedana komên Filistînê û planên dagirkeran ên ku nikarin rastiyên dîrokî biguherînin didomînin.