Karwana Hêvîyê mexdûrên lehiyê ya Bangladeş û Yemenê bîr nekir

Karwana Hêvîyê ji bo mexdûrên lehiya ku li Bengladişê ji ber vekirina deriyên bendavê ji aliyê Hindistanê ve û baranên ku ji serê meha Tebaxê vir ve li Yemenê dewam dike, xebatên xwe yên alîkariyê didomîne.

Karwana Hêvîyê mexdûrên lehiyê ya Bangladeş û Yemenê bîr nekir

Hejmara kesên ku di lehiya ku piştî barana zêde li parêzgeha El-Hudeyda ya Yemenê derket de jiyana xwe ji dest dan derket 95an.

Bi hezaran kesên ku ji ber lehiyê mexdûr bûne û bê mal mane, bi piştgiriya rêxistinên alîkariyê li bajarên konan ên li herêma Maribê bi cih bûne têkoşîna jiyanê didin.

Di lehiya ku li 11 herêmên cuda yên Bangladeşê pêk hat de hejmara miriyan derket 71an, piştî ku Hindistana ku piştî Vecîd Hasîna di encama protestoyan de welatê xwe terikand piştgirî da hikûmeta Hasînayê, bi baranê re deriyên bendavê vekir.

Karwana Hêvîyê ya ku ji bo kesên ku ji ber lehiyê hem li Yemen û hem jî li Bangladeşê xebatên alîkariyê dimeşîne, li gorî alîkariyên ku hatine wergirtin, gihandina alîkariyên cûrbecûr ji bo mexdûrên lehiyê didomîne.

Li bajarên konan di gihandina xwarin, derman û ava paqij de zehmetî hene

Serokê Kerwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran der barê xebatên alîkariyê de ji nûçegihanê ÎLKHAyê re axivî û got, “Herî dawî li Yemen û Bangladeşê lehî rabû. Wek Kerwana Hêvîyê em şandina alîkariyê ji bo herdu welatan didomînin. Bi taybetî li Yemenê lehî rabû ku ji serê meha Tebaxê û vir ve 84 kes mirin (li gor amarên dawî 95). Gelek kes ji cih û warên xwe koçber bûn û li bajarên herêma Maribê li konan bi cih bûn. Li vir bi taybetî di peydakirina xwarin, derman û ava paqij de pirsgirêkên cidî hene. Her wiha me alîkariya xwarinê da bi sedan malbatên Yemenê. Her wiha wê di demeke nêz de alîkariya me ya qirtasiyeyê ji bo zarokên malbatên mexdûrên lehiyê bên belavkirin.”

Li Bangladeşê veguhestin bi qeyixan tê kirin

Kurtaran bi bîr xist ku li Bangladeşê, pirsgirêkên cidî hene, Kurtaran weha dewam kir, “Dema Hindistanê deriyên bendavê vekir, 11 herêm û bajarên van herêman di bin avê de man. Ava lehiyê hê jî kêm nebûye. Niha malbatên li wir bi qeyikan li dora xwe digerin û malên wan di bin avê de ne. 64 birayên me (li gor hejmarên dawî 71) li wir jiyana xwe ji dest dan. Li Bangladeşê me di bin şert û mercên zehmet de pakêtên xwarinê amade kirin û radestî malbatên mexdûran kirin.”

Banga lezgîn a ji bo alîkariyê hat dubarekirin

Kurtaran ji bo her du welatan banga alîkariya lezgîn ji xêrxwazan kir û spasiya xêrxwazên ku piştgirî dan kir, her wiha destnîşan kir ku ew ê xebatên xwe yên ji bo herêmê bidomînin. (ÎLKHA)