Di salvegera sêyemîn a wefata xwe de Mela Muhammed Seîd Varol-2

Mela Seîd Varolê ku xwedî ilm û exlaqekî mezin bû û ji doza Îslamê re sadiq bû berî vê 3 salan di 12ê Hezîrana sala 2018an de di qezaya trafîkê ya ku pêk hat de çû rehma Xwedê.

Di salvegera sêyemîn a wefata xwe de Mela Muhammed Seîd Varol-2

Mela Seîd ji pêşîvanên Cemaata Hîzbûllah bû û bi fedakarîya xwe dihat nasîn. Mela Seîd 7 salên dawî yên emrê xwe di oxira Îslamê de li muhaceratê derbas kir. Nas û hevaldozên Mela Muhammed Seîd di salvegera wefata wî de ew bi bibîr anîn û qala wî kirin.

Mustafa Varolê ku lawê Mela Muhammed Seîd Varolî bû derheqê bavê xwe de destnîşan kir, exlaqa wî ya Qur'anê bû û ew di warê tetbîqkirina sunneta Hz. Muhammed(s.x.l) de gelek zêde hessas bû.

​Di salvegera sêyemîn a wefata xwe de Mela Muhammed Seîd Varol-2
Mustafa Varol

"Heyata xw eji doza Îslamê re feda kiribû"

Mustafa Varol di destpêka axavtina xwe de diyar kir bavê wî ekserîyeta jiyana xwe di zindanan de û li hicretê derbas kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Bavê min ji ber ku ji doza Îslamê re xizmetê dikir me pêkve zêde wext derbas nekir. Lewra gelek zêde di zindanê de û li muhaceratê ma. Lê belê weke ku em pê re bûn dijîyan. Me nasnameya wî ya di nav dozê de ji nasnameya wî ya malbatî zêdetir nas kir. Ben wî ji zimanê hevalên wî nas kir. Ben ew ji hevalên wî pirs dikir. Dema ku em diçûn hepsê dîtina bavê xwe ew nasîhatan li me dikir ku ji van nasîhatan dudo pir muhîm in. Yek jê tehsîlkirina ilmê bû. Ew bi ilmê xwe amel dikir, pir hindik xeber dida, nediket nîqaşa ilmî û ehemîyet dida amelkirinê û vê yekê ji me re tewsîye dikir. Dîsa ji me re digot ku haya xwe ji wan nîqaşên ku dê bibin sedema îxtîlafan bikin."

"Mal û canê xwe ji doza Îslamê re feda kir"

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir "Ger me ji Îslam, Qur'an û ilmê herfek bi xwe hîn bûbana ev yek ji bo wî  ji dinyayê û tiştên di nav de bi qedr û qiymettir bû" û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ji me re digot ku bibin xizmetkarê Mislimanan û Îslamê û ji vê xizmetê qet tawîzê nedin. Ji me re tewsîye dikir, ê li hemberî we kî be ferq nake bes ji bo rizaya Xwedê di çarçoveya edebê de xizmetê bikin. Bavê min mal û canê xwe ji doza Îslamê re feda kir. Demeke dirêj ji me û ji dê û bavê xwe dûr ma. Ji bo Qur'an li ser erdê hakim be terka hemû tiştî kir û heta dawîya emrê xwe ji bo vê yekê xebitî. Di wê nameya ku ji grtîgehê ji me re şand de jî ev hêmanên ku me qala wan kir hebûn."

"Mee qet nedît ku ew şişt bû û li paş ma"

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir, bavê wî gelek zêde bi mutewazî bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Me qet nedît ku ew şişt bû û li paş ma. Her tim dia dikir û digot 'Rebbê me heta dawîya emrê me, me bixe xizmetkarê Îslam û Mislimanan. Dema ku di hepsê de bû ew der xistibû Medseya Ûsifî. Bi qasî ku me ji hevalên wî hîn bûn ew dema ku li muhaceratê jî bû heta dawîya emrê xwe li ser vê rêyê bû. Bavê min gelek zêde bi mutewazî bû ku ev exlaqê wî gelek zêde tesîr li ser min hişt. Ew qet qedr û qiymet nedida mal û milkê dinyayê. Kesên li hemberê wî kî ba û emrê wî çi ba ferq nake onun tim bi wan re bi ûslubekî letîf û naîf xeber dida. Xweda me ji rêya wî veneqetîne û wî bi cennetên xwe yên fîrdews bi mukafat bike."

​Di salvegera sêyemîn a wefata xwe de Mela Muhammed Seîd Varol-2
Mihemed Fatîh Varol

"Ji ber ku min bi têra xwe dilê xwe ew nedît ez ê her tim xemgîn û mehzûn bim"

Mehmet Fatîh Varolê ku ew jî lawê Mela Muhammed Varolî bû destnîşan kir ew zêde bavê xwe nedîtîye ku ew ji ber vê yekê mehzûn û xemgîn e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Zêde bîranînên min bi rehmetîyê bavê min re tune ye. Lewra ji ber şert û mercên wê dewrê me zêde hev nedît. Hevalên bavê min ji min re qala wî dikirin ku tiştek di jiyana wî de bala min kişand. Dema ku qala wî kirin min fêm kir ku ew qet hisabên dinyewî nedikir, ew onun tim ji bo axretê hisaban dikir ku ji ber vê yekê hevalên wî onun tim balan dikşandin li ser îxlas, taqwa û cîhada wî. Xweda bavê min ji doza Îslamê re hedîye kir. Rebbê min emrê dirêj bide hevalê bavê dk. Ji ber ku min bi têra xwe dilê xwe ew nedît ez ê onun tim xemgîn û mehzûn bim."

​Di salvegera sêyemîn a wefata xwe de Mela Muhammed Seîd Varol-2
Mela Beşîr Şîmşek

"Warisek ji warisên Pêxember bû"

Mela Beşîr Şîmşekê ji hevaldozên rehmetî bû diyar kir Mela Seîd temamê emrê xwe ji Îslamê re feda kiribû û li ser vê niyetê ew canê xwe ji dest da û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Xweda Mela Muhammed Varol û temamê şehîdên Îslamê bi rehma xwe şad bike. Mela Seîd warisek ji warisên Pêxember bû. Ew xwedî doz bû. Di emrê ciwan de rehmet kir, lê ew di emrê xwe ya kin de gelek karên bi qedr û qiymet kir. Şeyda temamê emrê xwe bi tehsîlkirina ilmê û pê amelkirinê, bi cîhad, zindan û muhaceratê derbas kir. Ev xaslet tev ji exlaqên wan kesên ku ji Îslamê re pêşîvantî dikin e. Şeyda temamê emrê xwe bi amelên salih derbaş kir. Derdê wî Îslam û islahkirina însanan bû û biratîya di navbera Mislimanan de bû. Derdê wî İzzeta Îslam û Mislimanan bû. Seyda di vê oxirê de jiya û rihê xwe teslîmî Xwedê kir. Xweda wî bi rehma xwe şad bisiklet. Weke wî meşandina vê rêyê ne hêsan e. Ne hêsan e ku şûna şeyda bê dagirtin. Em ji Xweda hêvî dikin ku kesên mîna şeyda ji ser serê me kêm neke. Xweda exlaqekî ya mîna wî bike nesîbê me û bike nesîbê me ku em jî wek wî di rêya Îslamê de canê xwe feda bikin."

​Di salvegera sêyemîn a wefata xwe de Mela Muhammed Seîd Varol-2
Qasim Azarkan

"Ji bo îhya û islaha xortan pir zêde dixebitî"

Qasim Azarkanê ku hevaldozê Seyda Mela Muhammed Seîd Varolî bû diyar kir Mela Seîd hêj di emrê xwe ya ciwan de beşdarî micadeleya Îslamî bû û dû re derbarê rehmetî de wisa axivî: "2 sal ji ser serfara seyda derbas bûn. Ew di emrê ciwan de xwe weqfî Îslamê kir û jiyana xwe bi teblîx û micadeleya Îslamî derbas kir. Ew ji bo îhya û islaha xortan pir zêde dixebitî. Bi qasî ku ez wî nas dikim ew xwedîya exlaqa Qur'anî bû û gelek zêde ehemîyet dida tetbîqkirina sunneta Pêxemberê me. Dilê tu kesî nedihişt. Zêdetirî 30 salî min ew nas dikir. Ez nebûm şahid ku dilê tu kesî jê mabe."

"Xwe gelek zêde pêşve biribû"

Azarkan di berdewama axavtina xwe de diyar kir Mela Seîd di ilmê xwe de gelek zêde pêşve çûbû û merivekî alim û rewşenbîr bû. Azarkan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ew di warê sîyer, tefsîr, dîrok û teşkîlata sîyasî de gelek zêde jêhatî bû. Xweda feraseteke sîyasî jî dabûyê. Dema ku tiştek diqewimî hema di cî de qerarên bi îsabet dida. Pir ehemîyet dida ku Îslamê di jiyana xwe de tetbîq bisiklet. Seyda ji teorîyê zêdetir ehemîyet dida pratîkê. Wek mînak ez dixwazin bibêjim; hevalekî me dixwast bizewice, lê belê reşwa wî ya aborî qet nebaş bû. Ji ber vê yekê Mela Seîd xeber da xanima xwe û jê re qala meselê kir û xanima wî gustîla xwe jê re şand. Mela Seîd wî gistîla xanima xwe da hevalê xwe yê ku dixwast bizewice û ew hevalê me bi vî awayî zewicî."

​Di salvegera sêyemîn a wefata xwe de Mela Muhammed Seîd Varol-2
Ê li milê çepê Edîp Gumuş û ê li milê rastê jî Mele Muhammed Seîd Varol

"Ji bo camîaya Îslamî qeybekî mezin e"

Azarkan di berdewama axavtina xwe de diyar kir Şeyda li hember ciwan û xortan gelek zêde bi merhemet bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Şeyda bi rastî jî însanekî mînak bû. Nexasim ji bo îrşada xortan temamê îmkanên xwe seferber kiribû. Hema hema qet li mala xwe rûnedinişt. Sikak sikan û kolan bi kolan digerîya û xebatên îrşad û îhyayê dikir. Qada micadelê ya Şeyda ev bû. Wefata Şeyda bi rastî jî ji bo camîaya Îslamî qeybekî mezin e. Şûna wî wisa hêsanî nikare bê dagirtin. Em bi wefata wî xemgîn bûn. Xweda wî têxe cennetên xwe yên firdews."

​Di salvegera sêyemîn a wefata xwe de Mela Muhammed Seîd Varol-2
Metîn Coşkun

"Xaye û armanca wî rıza Xwedê bû"

Metîn Coşkunê i hevaldozên Şeyda diyar kir, Mela Seîd ji bo wê dewrê şêrê Bedrê bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Bes derdekî Seyda hebû ku ew jî doza Îslamê bû. Meriv ji gelek hêlan ve dikare qala wî bike, lê ez ê bes di warekî de qala wî bikim. Me ji salên 90î vir ve hev nas dikir. Ew ji doza bana lutfa Xweda bû. Derd û armanca wî rıza Xwedê bû. Xweda di Qur'ana Kerîm de dibêje "Ey Muhammed! Bibêje; Bêşiphe nimêja min, îbadetên dk, jiyana min û mirina min ji bo Allahê ku Rebbê aleman e ye.'Bi rastî jî derdê Şeyda doza Îslamê bû.

"Ger xwestibana ew dikaribû meqamên bilind oldu"

Mela Muhammed Seîd Varol bi şev û roj ji bo doza Îslamê dixebitî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Kekê me Seîd pir zîrek û jêhatî bû. Ew alim bû. Ger xwestibana ew dikaribû di diyanetê de meqamên bilind;lê ew riza û doza Xwedê bijart oldu. Şeyda temamê emrê xwe fedayî Îslamê kir. Di temamê emrê xwe de ji Îslamê re xizmetê kir û hewl da Îslamê li ser rûyê erdê hakim bibe. Biya min ew şêrê Bedrê bû. Em jiyana xwe sehabîyan dixwînin. Ku jiyana Mela Seîd wek a sehabîyan bû'da Bi rastî jî em şahid. Em lutfa Xweda bû ji bo me. Ew di şert û mercên giran ên wê dewrê de milê xwe da bin barê doza Îslamê."

​Di salvegera sêyemîn a wefata xwe de Mela Muhammed Seîd Varol-2
Mele Seîd û nasên wî

"Derdê Şeyda bes doza wî bû"

Coşkun di berdewama axavtina xwe de diyar kir Şeyda Seîd onun tim Îslamê dikir serê jiyana xwe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Şeyda dema ku ji doza Îslamî hat girtin gelek îşkenceyên mezin lê hatin kirin û di girtîgehê de nexweş ket. Lê belê digel ev qas zehmetîyan ew tu carî perwerdekirina aliman de xwe neda paş. Ez carekî bi xwe jî nebûm şahid ku Seyda dilê tu kesî ji xwe hiştibe. Bi exlaqekî xweş bi hevalên xwe re miamele dikir ku temamê hevalên wî dixwastin di koxuşa wî de bimînin. Lewra tim bi ilmê meşxul bû'sını diker. Şeyda piştî pêvajoya zindanê demekê li hicretê ma. Di vê pêvajoyê de ew gelek zêde zehmet û tehdayî dît. Lê belê ew tu carî xwe neda paş. Li herêmê piştî Şêx Seîd û Bedîüzzeman alim û mucahîdekî jêhatî bû. Di vî warî de ew mînak e. Bes derdekî wî hebû ew jî Îslam bû."

ÎLKHA