Ensarullah: Balafirgeha Ben Gurionê bi fuzeyên hîpersonîk hedef girt
Tevgera Ensarullahê li Yemenê, daxuyand ku ew balafirgeha Ben Guriona ku li Tel Avîva îşxalkirîye bi fuzeyên hîpersonîk hedef girtin.

Berdevkê Leşkerî yê Ensarullahê Yahya Serî, destnîşan kir ku yekîneyên wan ên fuzeyê ku girêdayê Hêzên çekdar in, li dijî Balafirgeha Ben Gurionê bi fuzeyên hîpersonîkî operasyonekî leşkerî li dar xistin.
Serî, diyar kir ku fuze bi serfirazî li hedefa xwe ketîye.
Serî, îfade kir ku bi milyonan sîyonîst ji ber ku sîstemên parastina hewayê ya rejima îşxalker nikaribûyê fuzeyê bidana sekinandin xwe ji sitargehan re sipartine û seferên balafirgehê jî hatin sekinandin.