Trump û Zelenskîy, li ber kamerayan nîqaş kirin
Serokê Dewleta Emrîkayê Donald Trump, Serokê Dewleta Ukraynayê Vlodîmîr Zelenskîy li Qesra Spî pêşwazî kir, herdu serok jî li ber kamerayan bi hev re nîqaş kirin.

Serokê Emîkayê Donald Trump li Koşka Spî ji bo lihevkirina madenê bi qîmet îmze bike bi Serokê Dewleta Ukraynayê Vlodîmîr Zelenskîy re hevdîtin kir. Feqet ev hevdîtin weka qrîzek nû derbasî tarîxê bû.
Piştî Trump wezîfe bi dest xist û şûnde cara ewil bi Zelenskî re li Koşka Spî hatin cem hevdu û di hevdîtinê de di navbera herduyan de nîqaş derket.
Dema ku Zelenskîy, di hevdîtinê de bi tevî serokên berîya Trump ji ber ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn nedane sekinandin gilîyan kir û Alîkarê Serokê Emrîkayê JD Vance bertek nîşan da û got, “Brez serok, li ber medyaya emrîkayê ji bo vê mijarê bîne rojevê hatina wê ye ji ofîsa girover re ji gor min bê hurmetîye.”
Vans parast ku Emrîkayê Alîkarîya Ukraynayê kirîye Zelenskî jî got, li her welatî pirsgirêk çêdibe feqet Emrîka li dûre ev yek hîs nekirîye feqet wê rojekê van tiştan hîs bikin.
Li ser vê yekê vê carê Trump ji Zelenskî re bersiv da û got:
“Ya hûnê vê lihevkirinê îmze bikin an jî em tunene. Hûn bi herba 3yemîn a dinyayê re qûmarê dilîzin. Ji me re nebêje hûn çi hîs dikin. Em hewl didin pirsgirêkê çareser bikin. Ji me re nebêje hûn çi hîs dikin çimkî tu ne di merhaleya vê yekê li me mecbûr bike de yî. Em ê xwe gelek baş hîs bikin. Em ê xwe gelekî baş û gelek hêzdar hîs bikin.”
Trump got, “Gotinên Zelenskî gelekî bê hurmetîye, tu ji welatê me re bê hurmetîyê dikî, ger em tunebin hûn nikarin qezenc bikin ez vê yekê dizanim.”
Trûmp îfade kir hewceye Zelenskî mînnetar bibe û teşekur bike. Ger ne ji me bana Pûtîn di 3 rojan de herbê qezenc bikirana.
Trûmp dest nîşan kir ku Emrîka ji teref serokekî gêj ve ji Ukraynayê re 350 mîlyar dolar alîkarî kiriye û ger Zelenskî bi me re bixebite wê qezenc bike.
Trump got Zelenskî ji bo aşîtiyê ne amadeye, wexta ji aşîtiyê re amade bû dikare ji nûve were vê derê.
Piştî li ofîsa girover nîqaş hatin kirin û şûnde Zelenskî ji Koşka Spî veqetîya û peyamek hat şandin.
Piştî ev peyama ji Zelenskî re hat ragihandin û şûnde ji Koşka Spî veqetîya.