Barzanî: Şehîdkirina 8 hezar Barzaniyan karesateke pir mezin bû, birîneke pir kûr e û nayê jibîrkirin

Îro Yekşema 31ê temmuza 2022 li Barzan Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdariya rêwresma biaxspartina rufatên 100 Kurdên jenosaydkiriyên Barzanî kir.

Barzanî: Şehîdkirina 8 hezar Barzaniyan karesateke pir mezin bû, birîneke pir kûr e û nayê jibîrkirin

Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdariya rêwresma biaxspartina rufatên 100 Kurdên jenosaydkiriyên Barzanî kir û gotatek pêşkêş kir û ragihand: "Şehîdkirina 8 hezar Barzaniyan karesateke pir mezin bû, birîneke pir kûr e û nayê jibîrkirin."

Temamê axavtina Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wisa ye:

"Bi navî xwedayê mezin û dilovan

Mêhvanên birêz...

Hemû aliyek bixêrhatin serseran û serçawan.

Dîsa careke din birîna me ya kûr nûbûn, îro em pêşwaziyê li rufata 100 şehîdên dinê ji wan heşt hezar şehîdên bê tawan û mezlume ku bi destê zalim û dîktator hatin şehîd kirin, îro em pêşwaziyê li wan dikîn.
Gumana min nîne ku giyana pakê wan şehîdan, berî rufatê wan vegerin ser warê bab û bapîrên wan, ruhê wan hatiye.

Ew pêşwaziya germa doh şev li rufata wan şehîdan hate kirin her li Hewlêr heta gihîştin vir (Barzan), nîşana eweye ku peywendiyeke ruhî heye li navbera vî mîlletî û şehîdên wan. Ewe jî nîşan dide ku şehîdên me gelek bi qedir û ezîzîn li cem me.

Li rojeke wekî îro, berî 39 salan rejîma dîktatorî ya Be'es bi awayeke dirindane heşt hezar kesên bê tawan rapêçan çol û biyabanên Başurê Iraqê, zarokên 12 salan û heta pîremêrên 90 salî li nav wan da bûn, ewan hîç tawanek nebû, gunahê wan li cem wan zaliman tenê ewe bû ku Barzanî bûn, ewê ji bo xatirê navê Barzanî bê şehîd kirin, şehîdeke gelek mezine.

Dijmin gelek car dilê xwe bi wê yekê xweşkirine ku Barzanî temambûn, her li sala 1892 heta îro 16 car devera Barzan û gundê Barzan hatiye şewitandin û wêran kirin, hemû car jî ew mîllete milê xwe daye ber, xwe radestî zordaran nekiriye û warê xwe avadan kirine, ew îman û ew baweriya bi hêz li her du qutbe mezinan û mewlayan û mezinên me ji bo me mane, şehîdê mezin Şêx Abdulselam Barzanî, qutbê mezin Şêx Ehmed Barzanî, şehîdê yekem ku rêya şehadetê hilbijart kurê vî mîlletî û peyrewên wî ew jî wê rêyê hilbijart ku şehîdê mezin, şêxê mezin, Şêx Abdulselam Barzanî bu. Ewe demjimêreke ji ber wê germayê, tesewir bikin ku çend zehmete yazdeh û donzdeh salan mewlayê me û xudanê me, Şêx Ehmed Barzanî bi kot û zincîr li zîndana Bexda bergeyê girt û serê xwe ji bo dijminan neçemand, peyrew û murîdên wî jî li ser heman rêyê diçin, şehîdkirina heşt hezar kesan karesateke gelek mezine, birîneke gelek kûre û nayê ji bîr kirin.

Li vir da bi erk dizanim, ku balê bikşînim li ser rola wan dayikên qehreman, ewên ku nehiştin zarokên wan hest bi valahî û bi bê baviyê bikin, karkeriyê kirin û bi keda destên xwe zarokên pêgihandin, beşeke zêdeyê vê monumentê bi destê wan kuran hatiye avakirin ku we wan gihandiye, dibêjim spas, spas kême bo we, lê belê îcaze bidin ew destên ku li nav xolda û ew destên ku bi karkeriyê hemû birîndar bûye, bi şanaziyê ve yek bi yek destên we maç dikîn, şêre jinên, qehreman, we serê me bilind kir, çendî behs bikîn kême, xwîna wan şehîdan zêdetir me rijd dike li vê rêbazê, ji ber ku rêbaza şeref û keramete û rêbaza Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx Ehmed Barzaniye.

Gelek hewl hate dan bo hemû rufatên Barzanî û hemû şehîdên dinê enfalê li Germyan heta Badînan, ku ew bêne peydakirin û vegerandin bo warên bab û bapîrên wan û berdewam dibîn li ser hewlên xwe. Encumena Nûnerên Iraqê û Parlemena Kurdistanê û Dadgeha Temîzî ya Bexda, hemû biryarê dan ku eve jenosayde, Hikumeta Iraqê pêdagir kir ku hevkarbê ji bo vegerandina rufatên şehîdan û her wiha qerebûkirina kesukarên şehîdan, hemû malê dinyayê li cem me qîmeta perçe hestiyeke ji hestiyê wan şehîdan nîne, li cem me perçe hestiyeke şehîdan ji hemû malê dinyayê bi qîmettire, lê belê ewe berpirsiyaretiyeke yasayî û exlaqî ya hikumeta Iraqe û tekez li wê yekê dikîn ku pêwîste hikumeta Iraqê bi erkê xwe rabê beramber kesukarên şehîdan, li ser asta navdewletî jî hewlên me berdewam dibin bo ku wê tawanê bi jenosayd binasin li ser asta navdewletî de.

Baas rejimi tarafından katledilen 100 masum Kürd, 39 yıl sonra memleketlerinde defnedildi

Bi pêwîst dizanim spasiyeke germ li xelkê Hewlêr û dewruberê Hewlêr û Herîr û Batas û Xelîfan û Soran û Dola Biyawe û hemûyan bikim, hem ji bo wan hevkariyên ku kirin gelek kes xwe û mal û zarokên xwe xiste jêr metirsiyê û nemana ji destê rejîmê, çendîn kurên Barzaniyan rizgarkirin. Li Hewlêrê gelek kes hevkariyeke zêde kirin heta ku dayika wan şehîdan bikarin zarokên xwe bi xwedî bikin, em hîç demekê wê başiya wan ji bîr nakîn, xweda padaşta wan bi xêr bide, her wiha bi pêwîst dizanim spasî Mela Mistefa û ew kedkarên li gel da kar dikin bikim ku vê bernameyê û merasîmê bi awayeke rêk û pêk bi cîh gihand.
Dema dîktator gelek bi xiruriyê ve digot "Barzanî gihîştin sizayên xwe, me wan şande cehennemê" îro Barzanî bi serbilindî li nav me ne û ew çû cehennemê û Barzanî li behiştê dan.

Li dawiyê de careke din, ez sersaxiyê li destpêkê de li xwe dikim û paşê li we, her yek ji we li xema ezîzek yan çend ezîzek daye, xema me hemûyan li ser milê me ye.

Ez jî wekî we nizanim ku hîç birayê min, birazayê min, pismamê min, kurên mamên min li nav wan dane, her yek ji wan ji bo min biraye, pismame û birazaye û kurê mame, hemû kes û karên mene.

Xweda hedar û tehemulê dide me.

Xweda şehîdan bi behişt şad bisiklet.

Xweda hevkar bêt..
Wesselamun aleykum"

Her wisa ji ber salvegera enfalkirina Kurdan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî peyamek belav kirin.

Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

"Îro di 39 salvegera jenosayd û enfalkirina 8 hezar xort, ciwan û mêrên sivîl yên Barzanî de, em bejna xwe li hember canê qurbaniyên Enfalê ditewînin û bi rêz û hurmetê wan bi bîr tînîn.

Em silav û rêzan ji bo malbat û kesukarên wan dinêrîn ku piştî vê tawan û karesatê jiyaneke pir dijwar û tal derbas kirin û bi hezaran dayikên serbilind, bi tenê û bêçare, erka jiyan, perwerdekirin û mezinkirina zarokên xwe girtin ser milê xwe û nifşekî dilsoz mezin kirin. Ev dayik serbilind in, cihê şanaziyê ne û ez destên wan maç dikim.

Ka çawa ku hemû tawan û karesatên dîrokê nikarîn îradeya gelê Kurdistanê ji bo man û jiyanê bişkînin, bêşûnwarkirin û Enfalkirina Barzaniyan jî hêzek mezintir bi berxwedana gelê Kurdistanê û têkoşîna wî ya ji bona azadiyê bexşî, tawanbarên Enfalan rûreş û şer mezar bûn.

Îro bi vê minasibetê ku em termê 100 qurbaniyên Enfalkiriyên Barzanî bi axa pîroz a welat dispêrîn, dil, hiş û xeyala min li cem dayîk, jin, xwûşkên cegerşewitî û zarok û kesûkarên enfalkiriyane, hevsoz û hevxemê wanim. Spas û hurmet ji bo xelkê ciwamêr yê Hewlêrê û hemû kesên ku alîkariya malbatên qurbaniyên Enfalkiriyan kirî.

Silav û hurmet li ser giyanê şehîdan be. Bîranîna wan hertim bi xêr be." (ÎLKHA)

Temam peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

"Îro yek ji tawanên herî mezin û ji bîr neçûyî ya rejîma berê ya Iraqê bibîr tînin ku komkujî û jenosîd kirina nêzî 8 hezar mirovên bêtawan yên Barzaniye. Bibîranîna qurbaniyên vê tawana han, îsal gelek xemgîntire, jiber ku îro termên 100 enfalkiriyên din ên Barzanî ji çolên Başûrê Iraqê bo Kurdistanê û warê xwe Barzanê, têne veguhastin.

Devera Barzanê zêdetir ji yek sede navenda Kurdatî, şoreş û raperînê bûye li dijî stem, zordarî û dagîrkeriyê. Stargeheke aram û ewle bûye, bo tevahiya wan kesên ku jiber nedadmendî û stemkarî berê xwe dane Barzan. Jiber vê çendê ev dever hertim weke tevahiya deverên din yên Kurdistanê rastî, êrîş û operasiyonên leşkerî, wêrankarî, bordiman û bikaranîna çekên qedexe kirî hatiye.

Pêla jenosîdkirina Barzaniyan, beşeke ji zincîre tawanên li dijî vê deverê û tevahiya navçeyên din yên Kurdistanê, û her ev yek bûye destpêka cîhbicîhkirina pêla enfal û kîmiyabarankirina Kurdistanê.

Di bîranîna vê komkujiya hovane de, birêzdarî ve şehîdên enfalkirî yên Barzanî û tevahiya şehîdên Kurdistanê bibîr tînin, bîranîna jenosîdkirina Barzaniyan, di heman demê de bibîranîna tevahiya enfalkirî û şehîdên Kurdistanê ye li devera Gerimiyan, Badînan, Balîsan, Şêx Wisanan, Kurdên Feyilî û Şingalê ye.

Herwiha lazime bi rêzdarî ve, qurbanî dana dayikên mihiriban û berxwedêr û kesûkarên qurbaniyan jî bikin, ku gelek bi serfirazî rûbirûyê dijwariyên jiyan û bandorên vê tawana han ya mezin bûne. Herwiha spasiya mêrxasî û bihawar hatin û hevkarî û hevsoziya xelkê Hewlêr û deverên din yên Kurdistanê dikin ku pêşkêşî kesûkarên enfalkiriyan kirine.

Di vê bîranîna han de careke din tekez li ser qerebûkirina kesûkarên qurbaniyên pêla enfalê dikin û lazime hikûmeta federalî weke çawe di nava destûrê de hatiye diyarkirin, bi awayeke şayiste kesûkarên enfalan qerebû bike. Mijara qerebû kirina qurbaniyên destê rejîma berê hatiye perawêzxistin û nabe ji vê zêdetir were jibîrbirin.

Lazime gelê Kurdistanê ti carî vê tawana han ji bîr neke ku derheqê xelkê Kurdistanê hatiye kirin û nabe careke din bo ti mebestek û bi ti hincetek amade be ku azadî, hikumranî û xwe birêvebirina xelkê Kurdistanê bike qurbanî û ji dest bide.

Di bîranîna jenosîdkirina Barzaniyan de, silaveke gerim pêşkêşî rihê paqij ya tevahiya şehîd û enfalkiriyên Kurdistanê dikim.

Hertim di bîra me dene û bi rêzdarî ve wan bibîr tînin."

ÎLKHA