Dîroka Kongreya Mezin a Asayî ya HUDA PARê diyar bû
Kongreya Mezin a Asayîya 5emîn a HUDA PARê, ew ê di 7ê Tîrmeha 2024an de di roja Yekşemê de li Enqereyê bê lidarxistin.
Li ser hîsaba medyaya civakî ya HUDA PARê daxuyanîyek hat parvekirin û di weşana HUDA PARê de hat îfadekirin ku di bin serokatîya Serokê Giştî Zekerîya Yapicioglu de, di civîna Sazîya Îdareya Giştî de, derheqê dîroka kongreyê, cîh û rojevê de biryar hat girtin.
Li gorî biryara ku hatîye girtin, Kongreya Mezin a Asayî ya 5emîn a HUDA PARê, di 7ê Tîrmeha 2024an de roja Yekşemê di seat 13.00an de bê lidarxistin.
Hat destnîşankirin ku heger piranîya hewce neyê bidestxistin ew ê civîna duyemîn wê di 21ê Tîrmeha 2024an de bê lidarxistin.
Kongreya Mezin ew ê “Di Navenda Kongre û Çanda Enqereya Bakur de” bê tertîpkirin.