Di çalakîya Hîzbullahê de leşkerekî îşxalker mir

Artêşa îşxalkeran vê sibehê, diyar kir ku li Celîleya Rojavayê efserek mirîye û li Celîleya Jorîn jî ji ber bomberdûmana ji Libnana Başûr ceryan qut bûye.

Di çalakîya Hîzbullahê de leşkerekî îşxalker mir

Rojnameya Haaretza sîyonîstan, îfade kir efsera ku hatîye kuştin li bajara Netanyayê heyata xwe derbas dikir û ji tabûra 938emîn a tûgaya “Alon”ê de wezîfedar bûye.

Televîzyona Kanal 12 a sîyonîstan jî destnîşan kir ku ji herêma El-Metalleya Celîleya Jorîn re du roket hatine avêtin û ev jî bûye sedema qutbûna ceryanê.

Hat diyarkirin ku ji çarrêya Ed-Dalît a başûrê Golanê re jî roketek hatîye avêtin û li herêmê şewat derketîye.

Di heman demê de Hîzbullah îro ji amûrên sîxurtî ya dijmin re jî fuzeyan avêtîye û hedef raste rast hatîye hedefgirtin.

Hat destnîşankirin ku Hîzbullah li dijî leşkerên ku mewzîyan çêdikirin jî bi roketan çalakîyan lidarxistîye.