Ensarullah, 2 keştîyên ku diçûn benderên sîyonîstan hedef girt

Ensarullahê Yemenê, diyar kir ku ew li Okyanûsa Hîndê û Behra Sor 2 keştîyên ku diçin benderên sîyonîstan hedef girtine.

Ensarullah, 2 keştîyên ku diçûn benderên sîyonîstan hedef girt

Berdevkê Hêzên Çekdar yê Ensarullahê Yehya Serî, di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ku ew di çarçoveya piştgirîya ji Xezzeyê re de du keştîyan hedef girtine.

Serî, diyar kir ku ew di vê çarçoveyê de li Behra Sor keştîyekî bi navê Transworld Navigatorê bi botên bêînsan hedef girtine û keştî rasterast îsabet girtîye.

Operasyona dinê jî di Okyanûsa Hîndê de hat lidarxistin, ew bi fuzeyan keştîya bi navê Stolt Sequoıa hedef girtine û operasyon bi serfirazî encam bûye.

Serî îfade kir ku ew, ji ber ku keştî dixwastin bikevin benderên Fîlîstînê hedef girtine.

Serî di dawîya daxuyanîya xwe de îfade kir heta ku êrîşên sîyonîstan a li ser Xezzeyê bidome ew ê jî opersayonên xwe bidomînin.