Rejîma sîyonîst eşkere kir ku 4 leşkerên wî hatine kuştin

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker daxuyand û qebûl kir ku li Xezzeyê di pevçûnan de 4 leşkerên wan hatine kuştin, 3 jê giran 5 leşkerên wan jî birîndar bûne.

Rejîma sîyonîst eşkere kir ku 4 leşkerên wî hatine kuştin

Di daxuyanîya ku ji teref artêşa qaşo yê rejîma îşxalker ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku li Xezzeyê leşkerên wan ketina nav kemînekî.

Di bûyera ku li Refahê pêk hat de 5 leşkerên wan mirine, 3 jê giran 5 leşkerên wan jî birîndar bûne.

Hat destnîşankirin ku di navbera leşkerên mirî de efserekî ku alîkarê fermandarê hîzbekî ye jî heye.

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, hejmarên rastîn ya mirî û birîndarên xwe veşêr dide.

Çapemenîya îşxalê jî qasî ku rejîma îşxalker îzîn dide dikarin weşanan bikin û reqeman bidin.

Li gorî reqemên ku ne fermî têne qalkirin bi hezaran e.