HUDA PARê ji bo provokasyonê hişyarî da: Provokasyonên li ser qetilkirina zarokeka mesum têne kirin û xwestina kaosê nîyeteke xerab e

HUDA PARê, bal kişand ku hinek kes dixwazin ku li ser mirina Narîna biçûk provokasyonê bikin û kaosek çêbikin, “Wan kesên ku dixwazin li ser vê meseleyê provokasyonê çêbikin û kaosek derbixin derketine sehayê, ev jî tişteke gelek bitalûke ye û meseleyeke wehîm e. Em bang li hemû xelk, Sazîyên Civak a Sîvîl û hemû kesên hestyar dikin ku bile li hember ev teşebûsa talûke û nîyeta xerab xwedî eqlê selîm bin.”

HUDA PARê ji bo provokasyonê hişyarî da: Provokasyonên li ser qetilkirina zarokeka mesum têne kirin û xwestina kaosê nîyeteke xerab e

Di daxuyanîya ku ji teref HUDA PARê ve hat belavkirin de weha hat hat îfadekirin:

“Qetilkirina bi alçaxî ya qîza me ya #Narîn a 8 salî ku li gundê Tawşentepeya navçeya Rezan a Dîyarbekirê, me ji kur ve tesîrdar û birîndar kirîye.

Qetilkirina zarokeke mesum bi çi şeklî dibe bile bibe rewşeke ku mirovê dike nava dehşetê ye. daxwazîya me hemûyan e ku tehqîqat bi lez û bez temam bibe û mirovên sûcdar jî di demeke kurt de cezayên ku heq dikin bigrin. Em wek HUDA PARê diyar dikin ku di hemû merhaleyên tehqîqatê de dê şopînerê meseleyê bibin.

Ji ber rewşa neînsanî û wehşet a ku vê bûyerê derxistîye holê, di vê pêvajoya ku hîsên xelkê ji ber vê rewşê gelek zêde û hesas bûye de ev mesele tê xwestin ku ji provokasyon û kaosê re vegere û ji ber vê yekê derketine derve, em dibêjin ev tişt gelek talûke û wehîm e. Em bang li hemû xelk, Sazîyên Civak a Sîvîl û hemû kesên hestyar dikin ku bile li hember ev teşebûsa talûke û nîyeta xerab xwedî eqlê selîm bin.

Eşkereye ku xebatên qetilkirina zarokekî ji ranta sîyasetê re bê guhertin tişteke cenewarîyek e. Xebatên ku tê xwestin ji vê wehşeta ku dilê mirovên dişewitîne îstîfade bê kirin gemarîyeke ku dilê meriv digerîne ye. Hedefşaşkirina bi derew û îftîrayan, şêlîkirina bûyerê û astengkirina derketina rastîyan e. Veşartina sûcdar/sûcdaran an jî hevkarîya sûcê windakirina ji ber çavan û dîqetan e. Şopînerbûna bûyerê û xwestina edaletê tişteke cuda ye, provokasyonkirina li ser qetilkirina bi alçaxî ya zarokeke mesum û bi vê provokasyonê sûîstîmalkirina hestên xelkê û bi vê şeklê xwestina kaosê tişteke cuda ye. Xelkê me yê hestyar jî di nav rewşeke ku dizanin nîyeta kê baş e û nîyeta kê xerab e de ye.

Wan rojên ku ji teref hêzên nîyetên xerab ve bi derew û îftîrayan bang li xelkê dihat kirin û bi vê bangê derdiketin kolanan, ji însanên xwe, bajarên xwe û nirxên xwe re zeradê didan êdî di paş de maye.

Em dixwazin ku ji wan bedbaht û dixwazin ku serê rastîyê bigrin re bidin bibîrxistin ku: Meseleyên rast bila zû be an jî dereng be lê ew ê mutleqe derkevin holê. Wê rojê, dibe ku wan mirovên ku hestên xwe yên şermê winda kirine rûyê wan sor nebe lê ew ê rûyê wan ripîreş bibe.

Em careke din ji qîza xwe ya Narîn re ji Xwedê daxwazîya rehmê dikin, qatilên wan û yên ku dixebitin ser bûyerê bigrin lenet dikin.” (ÎLKHA)