Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 41 hezar û 226an
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir va ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 41 hezar û 226an û hejmara birîndaran jî derket 95 hezar û 413yan.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 346emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 3 qetlîamên 24 saetên dawîn de 20 kes şehîd kirin û 76 kes jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê cotmehê vir va li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 41 hezar û 226an û hejmara birîndaran jî derket 95 hezar û 413yan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hîna gelek qurbanî di bin kavilan de ne û li ser rêyan mane, lê rejîma îşxalker rê nedaye ku ambulans û tîmên berevaniya sivîl xwe bigihînin wan.