Nasrallah, bi Sekreterê Giştî yê Cemaeta Îslamîye re hat cem hev

Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hasan Nasrallah, bi Sekreterê Giştî yê Cemaeta Îslamîye Muhammed Takuş re meseleyên dawîn ên li Fîlîstînê û Libnanê gotubej kirin.

Nasrallah, bi Sekreterê Giştî yê Cemaeta Îslamîye re hat cem hev

Li gorî Ajansa Xeber a Libnanê, Nasrallah, bi tevî endamê Konseya Sîyasî yê Hîzbullahê Abdulmecîd Ammar re, li ser ehemmîyeta destekdayîna ji berxwedana li Xezzeyê û xelkê şanaz yê Xezzeyê re balan kişand.

Di hefteyên dawîn de di navbera Tel Avîv û Hîzbullahê de gengeşî zêde bûye, bi taybetî artêşa îşxalê hefteyekî berê daxuyand ku ew plana êrîşa li dijî Libnanê erê kirine û ji ber vê yekê rîska herbê zêde bûye.

Hîzbullah, diyar dike ku dawîbûna operasyonên wî encax bi dawîbûna êrîşên li dijî Xezzeyê mimkin e.

Di serî de Hîzbullah û komên li Libnanê, ji 8ê Cotmehê vir ve ji Xeta Şîn her roj bi artêşa îşxalê re pevçûnê dikin.