Li Libnanê hejmarê şehîdan derket 2 hezar û 986an

Rejîma îşxalker a sîyonîst, êrîşên xwe yên li dijî Libnanê didomîne, hejmarê şehîdan bi tevahî derket 2 hezar û 986 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 13 hezar û 402yan.

Li Libnanê hejmarê şehîdan derket 2 hezar û 986an

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Libnanê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku artêşa rejîma îşxalker li herêmên cuda yên welat êrîşên asîmanî pêk tîne.

Îşxalkeran, li bajaroka El Bazurîyyeya ku girêdayê bajara Sûrê ye ekîbên Sazîya Tenduristî ya Îslamê hedef girtin.

Di êrîşê de 2 wezîfedarên alîkarîya ewil a tenduristîyê şehîd bûn.

Di êrîşa ku li nêzê Nexweşxaneya Dewlet a Tebnîna bajara Sûrê hat lidarxistin de jî nêzê 10 kesên ku di nav nexweşxaneyê de ne û li derveyê nexweşxaneyê ne birîndar bûn.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristî ya Libnanê, îşxalkeran di êrîşa dawîn de 18 kesan şehîd kir, 83 kesan jî birîndar kir.

Bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 2 hezar û 986 kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hejmarê birîndaran jî derket 13 hezar û 402yan.