Ermenîstan, Dewleta Filistînê nas kir

Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê ragihand ku Ermenîstan bi fermî Filistînê wek dewlet nas dike.

Ermenîstan, Dewleta Filistînê nas kir

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, "Ermenîstan careke din dilsoziya xwe bi hiqûqa navneteweyî û prensîbên wekhevî, serwerî û jiyana hevpar a aştiyane ya gelan piştrast dike û dewleta Filistînê nas dike."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ermenistan alîgirê agirbesteke lezgîn û çareseriya du dewletî ya li Xezzeyê ye.

Gulana borî Spanya, Îrlanda û Norwêcê ragihandibûn ku wan bi fermî Filistîn nas kirine.